| Make your homepage
gotar
hevpeyvîn
link
Narîn Omer: Demoqrasiya Seydayê Cegerxwîn bi malbata wî re
[00:09 , 03 Nov 2009]

Gelek nivîser û lêkolîner li ser pirtûk, helbest û nivîsandinê dahenerê helbesta kurdî ya resen seydayê Cegerxwîn nivîsandine, Belê ew helbestvanê ku di çerxa bîsatan  de berz û bilind bû, û hîn jî em li ser şopa wî diçin, û û dikevin bax û bustanên helbestên wî ku em bi surra bayê dahênana wî geş dibin, teqez ewê bimîne mînaka, dahênan, rêzanê gel, û bavê diloivan ku niha ezê   aliyên    çirûskên ji jiyana wî biaxêvim, û diyar bikim:    
Lê gava em werin û li dîmoqrasiya Cegerxwîn bi malbata wî re temaşe bikin
Ya dudyan ew  rol û ekama malbata wî di jiyana wî de çilo bû, çimkî ew li ba gelek xwendevan û evîndarên wî re.nediyarin
1-çirûska pêşî :
 Ji ber ku gelekî xweşe dema em li ser jiyana wî a taybet radiwestin, û pêwîste em rola malbata wî ( bi taybet kevaniya wî (Kehlê) zelal bikin.            
Cegerxwîn, hemî jiyana xwe, bê ku pereyên mehan e( heyvan e) bikevin  dest û bêrîka wî de derbaskir, ku karîba bi wan peran malbata xwe xwedî bike,û rewşa xwe a aborî û civakî û wêjeyî çakirin û rêxweşkirin bike.lê belê li bendî weşana pirtûkên xwe ên çapkirî dima,yan jî li bendî işikdarî û alîkariya darayî ji çend kesan dima,bi taybet kesên maldar û zengîn.lê mixabin ew pişikdarî qels dihat. 
Lewra malbata wî di kewdan û nîrên aloz de jiyana xwe bi rê dixistin, ta roja îro jî, daxên wan kewdanan di can û cendikê zarokên wî de diyarin.           
 Yekemîn roja şûkirina wan de, ta roja dawî, kevaniya wî xweda nasîn ku ew jinek dilsoz û dilpak e, û agahdar e ji rewşa wî a jiyanî re, ji ber vê yekê, hevaltiya wî kir ji destpêka seyrana jiyana wî, ta dawiya wê re. Em hemî dizanin ku Cegerxwîn herdem rêwî bî,û koçber bî,û razayê zîndana bû. kevaniya wî bi zarokên xwe re hemî rengên nexweşiyan daqurtandin bê ku nerazîbûna xwe bide xuyanî bike, ji bilî carên ku têde bida zik, gava zarokekî wê jê di pirsî û di gotiyê:      
Çima xwarina me ne wek a cîranê me xweşe?
Bi agahî û bi peyvên xweş bersiv dida û di got:
(Çimkî rewşa wan a aborî ji rewşa me paktirû, û dema rewşa me jî xweş bibe, emê hemî rengên xwarinê li ber hewe rêz bikin).kevaniya wî gelek caran genim hûr dikir da ew çend nanan ji wan re çêke, mixabin bi dehê caran nanê hişk di anî ,û firek av lê werdikir ta nerim dibe, û dixwarin bi ava kelandî re û tûz leymûnê re, an jî xwarina wan nan û xurme bû.( min ev gotin ji devê keçên wî bihîstiye, û wan ji min xwest ez van tiştên biyan ji jiyana wan û bavê wan diyarbikim).
Keça wî dibêje:         
(Carekê ji caran hingî dayîka me xembarbû, gote bavê me:(ma ne bese dûrbînî û coçberî?! Ma behra min û zaroka jî di guhdarî û guhdaniya te de nîne ? Ev çend sale tu ji miletê xwe re , ji netewa xwe re kar dikî, gelo dûmahiya vî karê han tewa nabê, lê himber dana te ji wan re, em dana wan ji tere gelekî qels dibînin,û em der mafên te de wan çirûk dibînin!!). dibêje bavê min bersiv da û gotiyê:              
(Belkî di dema îro de, milet û gelê min bi min nehese,û qedrê min nizane,lê di pêşerojê de,wê hemîtiştên min bi zane, wê werin li ser gora min, û qeftên gulan danin li ser sînga min).      
Keça wî Suad herdem dibêje:
( Hêja ez ji himbêza bavê xwe sêwîm e, xwezî bavê min ji nû ve vegraba li gerdûnê,da min xweparast ba hibêza wî wekî zarokek piçûk, û ez di nav hestên evîniya dilê wî yê pak û fereh de avjenbû bama, û jiyanek nû me pêre destpêkiriba. Ta îro ev xweneke ciwan e, ez têde dijîm, ta piştî ez bûme dayîk û pîrik).û dîsa dibêje:
(Bavê min jiyana xwe hemî di karê xebata xwe ya konevanî, çandî, û wêjeyî, netewî derbas dikir ta wî û hevalên xebata wan, bingeha şoreşeke civakî û konevanî û wêjeyî damezrandin).  
2- Demoqrasiya Cegerxwîn bi malbata wî re:    
wekî zarokên wî dibêjin ku ew gelek demoqrasî bî ji kevaniya xwe û zarokên xwe re, û ti cudabîn ne dikir nav bera keç û kuran de, û cihê jinê di dil û hişê wî de mezin bû, jin li ba wî cihê şehnaziyê û serviraziyê bû, ev tişt jê ne dûr e, gava jîngeha li ser heyvê, gazî li keç û jinên kurdan kir ku ew jî wekî jinê cîhanê şiyar bibibin, u serê xwe hildin:     
(Keçê rabe serî hilde wiha nabî biner jin çûn e ezmana   heya kengî di xweda bî).
Kevaniya wî Kehlê diya Kesra  ku ew keça xalê wî jî bû) bi tena xwe, dema Cegerxwîn ne li mal ba, pêşwaziya mêvanan dikir, û li ser zîvariya xwe, û jarbûniya xwe de, ne dihêla ku mêvan xwe bibînin biyan di mala wan de, bi dehên mêran diçûn û di hatin, wekî ku Cegerxwîn li mal be.
Keça wî Sînem: ji piçûkaniya xwe ve, xwe da nasîn wek keçek leheng û çeleng, û dest bi xebata xwe a konevanî kir,li civatê bavê xwe,û mêvanên wî amade dibû, û têkilî bi mêra re dikir,û nerîn û bi serbest û azadî têbîniyên xwe eşkere dikirin, û tu cara çavên wê ji kesekî ne dişikestin,û gelek caran di warê xebata keçên wî alîkariya  bavê xwe dikirin. Cegerxwîn (Suad, Gulperî) gelek xema xuşka xwe Sînem dixin, çimkî miletê me ta roja îro hîna liser kar û xebata Sînem ne rawestan e, û hêja ew di tarîbûna hiş û ramanên xwe de ew hiştin e).                 
Keça wî Suad dema xortek naskir, û pêwendiyek evînî di nav bera wan de hate afirandin û xort ew ji malbata wê xwest,mirovên wê gotin: pêwîst e tu li bendî bavê xwe bi mînî,ta ji êraqê vegerê, û xwestina wan pîroz bike,lê keça wî ev biryar qedexe kir,û dema dît mirovên wê erêkirina xwe li ser daxwaza wê nadin, nameyek ji bavê xwe re şand, û daxwaza xwe eşkere kir.                                                                    
Bavê wê di wê kêlîkê de, erêkirina xwe dayê, û ji malbata xwe xwest ku ew riya xweşiya wê de nesekinin.
Wekî me got: tu caran Cegerxwîn cudabîn di navbera kur û keçan de didît, tu caran keçên wî ne di dîtin ev hestê nexweş di nav hoşên wî de di gere, keça  wî Selam dibêje:
ez sê salî bûm bavê min çû Îraqê, û min bavê xwe nedîtibû, û dema ez bûm pênc  ,şeş salî em jî çûn Îraqê ,û gava em gehiştin hema min çi zelam didît min digot ev bavê mine, û gelek hestgerm bûm kû ez bavê xwe bibînim. piştî ku min bavê xwe dît min nema xewst ez jê dûr bikevim, lewra ci mêvanê hatiba li cem me û li danîşgeha bavê min rûniştba min di xwest ku ew zû here mala xwe da ez çav û dilê xwe ji dîtina bavê xwe têrbikim.
Selam dîsa dibêje:
Ez bi malbata xwe û zarokên xwe ve gelek girêdayî me çimkî ez ji himbêza bavê xwe bê par bûm, û ez ji aramiya malbatiyê mehrûm bûm.
Ez dibînim, û bi bawerim ku ev mirovaniya dirust Ya ku malbata wî di nav de avjen dibûn, sedemeke bingehîn bî ku wan barê jiyana xîzanî û nexweş hildigirtin ,û roj bi roj jiyana xwe berdewam dikirin,û seyda di çavên wan de mezin dibû.      
Cegerxwîn bi dilê xwe yê mezin, ê miştî evînî, û aramî, û bextdanî,û bavikiya rast,û bi canê xwe ê pak û zelal dikarî birçîbûn û têhinbûna wan ji xwarin û vexwarina xweş re bi karbînê, û dan û sitandina wî a kesayetî bi malbata wî re,di ket şûna dûrbînî,û koçberiya wî de.     
Keça wî dibêje:            
( Raste  ji himbêza bavê xwe em bê şans bûn,lê dema îro de,em himbêza milet û gelî xwe dibînin hêlînek mezin, bavê me Cegerxwîn û me hemiya bi evînî û dilsozî himbêzî xwe dike.
Demoqrasiya Cegerxwîn, hişt zarokên wî li ser rêça wî bi şopînin, û di bin sîhka şêwe û rêbaziya wî de mezin bibin û bijîn.          

 

               Narîn Omer
narinomer76@gmail.com 

 

Rojname
Helbest

Home | Contact | copyright © 2009 rekeftin.net