Bavê Eyaz çîrokbêj bû. Şevekê li maleka Zaxo çîroka "Eyazê kurê qehwecî" digot û wê şevê jî kurek ji re çêbû. Dema xebera çêbûna kûrê xwe Eyaz girt, navê wî kir Eyaz.
Hozan Ebdûlezîz Silêman bahsa hevalê xwe Eyaz ji Rûdaw'ê wiha dike: "Eyaz kûrekî can sivik, dev bi ken bû. Wefadar û nîştîmanperwer bû, pir ji diyanetê hez dikir û min ji dil jê hezdikir."
Wek Ebdûlezîz dibêje despeka Eyaz ya strangotinê vedigere bo salên hefteyan; "Dema me komekî bi navê Koma Newroz çêkir, wê demê Erdewan û Eyaz gelek biçûkbûn. Lê dema em diçûn ahengan li gel me bûn."
Ebdûlezîz helbesta xwe ya yekem ya bi navê "Vede Vede Xêlyê Vede Li Wer û Çava" da. Eyaz, heta niha ne Eyaz û ne kesek din nekirîne stran; "Yekem strana wî got, strana gotin û mûzîka min ya bi navê ‘Şehîd Çavan Veke’ bû li Radyo ya Kurdî ya li Bexda hatiye tomarkirin û ji sedî 99 jî stranên Eyaz gotiye ji gotin û mûzîkên min bûn. Lê strana, "Çibkim Ez" ji peyvên Bedirxan Sindî û awazên Semîr Zaxoyî ne. Strana "Tû Dûrî" ji peyvên Sebrî Botanî û awazên Cemîl Îbrahîm in."
Eyaz 3 berhem belavkirîne. Niha jî kiryarên wan nesil li pey neslê dinin. Berhema wî ya yekem bi navê "Bes Xo Giranke Nebade Awirê Çava" ya ku Ebdûlezîz Silêman dibêje: "Min ev stran bi keçek ya ji Silêmanî gotiye, lê mixabin hunermend Nasir Rezazî ku hevalê mine jî ew stran gûhertiye. Awazên stranê hemane, gotinên wê gûhertiye û hinek peyv jî lê zêdekiriye. Ev şerme û wek diziyekê ye."
Berhema duyem jî bi navê ‘Newroz' e.
Ebdûlezîz dibêje: "Min gelek stran ji bo Eyaz dirûst kir. Lê negiha ku wan bêje. Ji wan stranên min jêre dirûstkirîn min dayîne Ebdûlqahir Zaxoyî, Heval Îbrahîm, Hacî Zaxoyî û Selam Yûsif. Eger Eyaz jiyankiriban, wê bi teknîka niha biriban yek ji stranbêjên herî mezin."
Gelek gûhdarên Eyaz dibêjin, ‘Eyaz bi destê Rejima Baas hat qetilkirin. Birayê Eyaz yê bi navê Xeyrî vê yekê piştrast dike: "Eyaz bi destê Rejima Baas hat kûştin. Hikûmeta Behs ew kûşt, ji ber wê jî ez dibêjim Eyaz şehîd e."
Ew bûyerekê vedigêre û dibêje: "Eyaz şevekê li Romadî mêvanê min bû û got serê min têşe. Ez rabûm, min bir nexweşxaneya Romadî û ji min re got her wek tiştek di serê vî de be. Piştî Eyaz jiyana xwe dest da me zanî ku demê hikûmetê ji bo birîndaran xwîn ji laşê wî kêşayî, tiştek kiribû di laşê wî de û bi vê sedemê jî jiyana xwe ji dest da."
Dezgîra Eyaz hebû û xwe amadekiribû vegûhêse, lê Eyaz nema û ew jî piştî demekê mir. Heta niha çend stranbêjan stranên Eyaz dûbare gotîne. Lê malbata Eyaz bi vê yekê nexweş e. Di vê derbarê de Xeyrî dibêje: "Em naxwazîn kes bê destûra me stranên Eyaz bêje, ew kesên stranên wî bêjin jî emê bidîn dadgehê."
Ebdûlezîz rexne li stranbêjek ciwan yê bi navê Bextiyar digire ku bi dengê xwe stranek ya Eyaz kiriye klîb; "Ez wisa dizanim dû stranên Eyaz gotiye û yek jî kiriye klîb. Heta pê navûdeng bûye, dema me zanî jî me nerazîbûna xwe diyar kir û êdî nexwest kesek karek bi vî awayî bike. Eger ew ji Eyaz xweştir bêje bila, lê ew nekare ji Eyaz xweştir bêje. Eger dezgehên ragihandinê bixwazin ji bo hunera Eyaz xizmetê bikin, bila dengê wî bihêlin û wek stranên Mihemed Arif û Erdewan xwezaya Kurdistan'ê danin ser."
Her sal di cejna Newroz’ê de strana "Newroz hat û bi gûl û giya" li radyo û televizyonên Kurdistan'ê deng vedidin. Xeyrî dibêje: "Dema em gûhdariya stranên wî dikîn, ji mere gelek nexweş tê; ji ber ku em bêriya wî dikîn. Ji aliyekî din ve jî ji mere gelek xweşe ku Eyaz kariye bi hunera xwe karekê ji gelê xwe re bike, heta niha jî xelk gûhdariya wî dikin û wê her ev stranane sax bin. Her Eyaz bi strana Newroz û Çi Bikim Ez Hatim Şehîdkirin."
Ebdûlezîz berdewam dike: "Dema min vê cejna Newroz’ê gûhdariya vê stranê kir, her wek hemû malê dinyayê gihayî mine. Ji me re cihê keyfxweşiyê ye dema mîkrofona televizyonê diçe ber devê kesekê û dibêje ji mere strana Newroz’ê bêje, ew yekcar strana Eyaz dibêjin û min dîtiye heta Ereban jî di vê cejnê de ev stran gotiye."
Berhemek Eyaz ya ku hîn jî nehatiye belavkirin li ber desta ye. Li despêka hevdîtinê Ebdûlezîz got ‘pirsa vê berhemê ji min nekin û herçi pirsên we hebin, ez amademe bersiv bidim.’ Xeyrî dibêje li ser nêrîna komîteyekî taybet wan biryar dane ku wê berhemê belav nekin; "Bi nêrîna wê komîteyê derket holê ku ev berhem neyê belavkirin. Ji ber ew tama wê demê û ya niha li gel dengê Eyaz nagûnce û wê kêmasî têde hebin."
Brayekê Eyaz yê bi navê Faris stran digot. Lê wî jî sala 1990an jiyana xwe ji dest da û niha Baran stranan dibêje. Xeyrî berdewamd dike: "Di serdema şoreşa İlon’ê Baran stran digot, ew yekem kes bû sala 1976an biçe Amerîka û li wê derê şahiyan lidarbixe û stranên Kurdî bêje."
Ebdûlezîz Silêman ji Rûdaw'ê re aşkere kir ku yek ji nexweşiyên Eyaz yên ji bo wê vegeranê zextên hikûmeta İraq'ê yên li ser wî bûn ku stranan li ser Saddam bêje; "Eyaz got rojekê li Bexda zextekî mezin li min kir ku da stranekê bejin û bala Saddam Husên bêjim û min xwe veşart. Ji ber vê jî piştî vê yekê bangî Eyaz kir û got, ‘êdî em stranên te li radyoyê belav nakîn."
Ebdûlezîz Silêman dibêje li şahiya serê sala 1986an, Eyaz dû stranên ji berhema xwe ya nû ya ku nehatî belavkirin dibêje. Ew jî strana "Ne Ne Ez Bernadim Xaka Min e" û "Vegeryave Newroz ya Can" bû û di wê ahengê de hunermend Erdewan û Tehsîn Taha jî beşdarbûn.
Eyaz kî bû?
Hunermend Eyaz Yûsûf li sala 1961an li Taxa Qesaban ya bajarê Zaxo’yê hatiye dinyayê. Bapîrên wî hunermendên gelek dengxweş bûn. Birayên wî Baran û Faris jî stran digotin. Eyaz qonaxa seretayî û navendî li Zaxo xwendiye, amadeyiya çandê jî her li Zaxo qedandiye. Wê demê herkesê xwendin
qedandibana an jî temenê wî gihabana 18 salî yê, diviya çûbuya leşkeriyê. Ji ber wê jî Eyaz neçar bû biçe leşkeriyê û bimêne heta li leşkeriyê pileya serleşkeriyê wergirt. Çar brayên Eyaz hebûn û niha tenê dû birayên bi navê Baran û Xeyrî mane. Çar xwişkên wî hene û hîn jî dayîka Eyaz sax e. Eyaz Yûsif roja 20/01/1986an li bajarê Mûsil’ê jiyana xwe ji dest da û roja 21/01/1986an jî li Zaxo hat veşartin.