| Make your homepage
gotar
hevpeyvîn
link
Hikûmet dilgiran e ku dadigehê tawana Helebçeyê wek jenosîd nas nekiriye
[11:56 , 19 Jan 2010]

PUKmedia

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku hikûmet li ser sizadayîna tawanbarên kîmyabarankirina Helebçeyê digire rêz li biryara Dadigeha Bilind Tawanan a Iraqê lê hevdem  ji wê yekê dilgirane ku ew tawan wek jenosîd nas nekiriye.

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd di daxuyaniyekê de wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêz li biryara Dadigeha Bilind a Tawanan û serbixwebûna dadigehê digire. Bi ya wê sepandina sizayê bi ser tawanbaran de dadperwerane ye. Tevî vê yekê bi şêweyekî fermî nasnekirina wê tawanê wek jenosîd em dilgiran kirin.”
<!--[if !supportLineBreakNewLine]-->
<!--[endif]-->
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku tawana kîmyabarankirina Helebçeya Şehîd tawaneke li hemberî xelkê sivîl û bêtawan û got: “Qurbaniyên wê tawanê sivîl in, lewra ew tawan li dijî mirovatî hatiye pêkanîn û divê wek jenosîd bê naskirin.”
Rojname
Helbest

Home | Contact | copyright © 2009 rekeftin.net