HEWLÊR — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî got li Kurdistanê baweriya wan bi demokrasiyê heye û hemû pêkhateyên welatî jî bi awayekî baş û azadî dijîn. Barzanî wiha axivî: — Rast e em di destpêka proseya demokratîkbûnê de ne, lê di vî warî de pêngavên baş hatine avêtin. Herêma Kurdistanê qet nebûye û nabe beşek ji wan pirsgirêkên ko li Iraqê hene.
Duhî li Selahedînê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî digel nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê civiya. Di destpêka de, perpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa, ji bo vê civînê spasiya serok Barzanî kir û qala girîngiya hebûna nûnerayetiyên 16 welatên biyanî li Kurdistanê kir.
Mistefa bal kişand ser wê yekê ko hinek welatên din jî amadebûna xwe nîşan dane ko konsolxane û nivîsîngehên xwe li Kurdistanê vekin û navborî ev yek jî bi serkirdayetiya serdest ya Barzanî û hebûna aramiyê di herdu warên siyasî û ewlekarî ve girê da.
Li gor malpera KRG, Felah Mistefa di heqê hewlên ofîsa peywendiyên derve de, bo berfirehkirina peywendî û pêşkêşkirina asankariyan bo wan welatên ko dixwazin peywendiyeke rasterast bi Kurdistanê ve deynin, hinek zanyarî pêşkeşî serok Barzanî kirin.
Piştre serok Barzanî bixêrhatina hemû amadebûyan kir û bal kişand ser ewlekarî û asayişê ko heta radeyekî baş li Kurdistanê hatiye çespandin û da zanîn ko ew rewşa li Kurdistanê dibe bibe mînakek bo hemû Iraqê. serok Barzanî got:
— Li Kurdistanê baweriya me bi demokrasiyê heye û hemû pêkhateyên herêmê jî bi awayeke baş û azadî dijîn. Rast e em di destpêka proseya demokratîkbûnê de ne, lê di vî warî de pêngaveke baş hatiye avêtin. Herêma Kurdistanê qet nebûye û nabe bibe beşek ji wan pirsgirêkên ko li Iraqê hene. Ji ber herêma Kurdistanê herdem rolekî serekî di çareserkirina pirsgirêkan de dîtiye. Em ligel Iraqeke Federal û Demokrat in û baweriya me jî bi destûrê heye.
Di heqê hilbijartinên bên yên Parlamentoya Iraqê de jî Barzanî hêvî kir ko encam bi dilê hemû iraqiyan bin û hêviya Kurdistanê jî di warê dirustkirina peywendiyeke baş a dostane ligel welatên biyanî û dewruber pêşan da û amadebûna Kurdistanê jî di pêşkêşkirina hemû asankarî û alîkariyekê de pêşan da.
Konsolê giştî yê Elmanya Olîver Shinakinberg bi navê nûnerên welatên amadebûyî, sipasiya serok Barzanî kir û domand:
— Em hemû li ser wê yekê hevdeng in ko sala derbasbûyî bo Herêma Kurdistanê di warê tevgerên bazirganî, avadanî, aramî û seqamgîriyê de saleke serkeftî bû, hilbijartinên roja 25/7 2009-ê yên herêma Kurdistanê jî li gor hemû pîvanan hilbijartineke azad û bê pirsgirêk û serkeftî bû.
Oliver behsa hilbijartinên Parlamentoya Iraqê jî kir û axaftina xwe wiha qedand:
— Ew bûyerên berî çend rojan çêbûn em dilgiran kirine, lewra pir baş dibe ko hemû aliyên ko beşdarîyê di hilbijartinan de dikin û zûtirîn wext bikaribin hikûmetekê li ser bingehekî berfireh li Iraqê dabimezrînin.
Di civînê de konsolê giştî yê Britanya, nûnerê nivîsîngeha balyozxana Emerîka li Hewlêr û herwiha konsolê giştî Fransa, Korya Başûr, Swêd, Komara Îslamî ya Îranê, konsolê fexrî yê Danîmark û nûnerê Neteweyên Yekgirtî hêviyên welatê xwe di pêşxistina peywendiyên ligel Kurdistanê bi awayekî ko di berjewendiya herdu aliyan de be dûpat kirin
|