| Make your homepage
gotar
hevpeyvîn
link
Giringiya faktorên serdana Barzanî ya amerîkayê çi ne?
[17:42 , 24 Jan 2010]

Mahmûd Osman li ser serdana Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Amerîkayê û giringiya faktorên wê agahî daya ajansa peyamnerê. Osman dibêje vateya vê serdanê ji yên berê cuda ye û taybetî ye.

 

Parlamenterê Kurd yê Parlamntoya Îraqê Dr Mahmûd Osman li ser serdana Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Amerîkayê û girngirya faktorên wê agahî daya ajansa peyamnerê. Osman dibêje vateya vê serdanê jê yên berê cuda ye û taybetî ye.


Dr. Mehmûd Osman got faktora yekem ê ku vê serdanê giring dike, pirsa hilbijartinên giştî yên Iraqê ye.



Faktora duyem jî çareserkirina pirs û arîşeyên navbera Hewlêr û Baxdayê ye û serokê Kurdistanê dixwaze ku bizane ka ê Amerîka çawa wan pirsan çareser bike.



Dr. Mehmûd Osman got, ku di bareya pirs û arîşeyên bêçare yên navbera hukûmeta Iraqê û hukûmeta Kurdistanê de, Amerîka soz dabû ku rola xwe bibîne û wan pirs û arîşeyên hilawîstî çareser bike.



Osman dibêje Amerîka van sozan daye hukûmeta kurdistanê û ya Iraqê.



Ji bo Faktora sêyem jî Osman got "Faktora sêyem ya ku vê serdanê girîng dike jî encamdana vê serdanê bi xwe ye. Ev cara yekem e, ku serokê Kurdistanê di dema rêvebirîya Barack Obama de serdana Amerîkayê dike.

Rojname
Helbest

Home | Contact | copyright © 2009 rekeftin.net